Wêneyê Şêx Mehmûd Hefîd li Kerkûkê hat şewitandin

Berî niha navê Şêx Mehmûd li kolana serekî ya zanîngehê hatibû kirin û wêneyê wî li wê kolanê hatibû danîn, lê îro ew wêne hat şewitandin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî xiyaneta firotina Kerkûkê û radestkirina wî bajarî ji bo çekdarên Heşda Şeibî, rojane ew çekdarana mijûlî jêbirina Kurdistanîbûna wî bajarî ne.

Di nûtirîn reftar de, îro 4 Berçile 2017 çekdarên Heşda Şeibî wêneyê Şêx Mehmûd Hefîd li kolana serekî ya zanîngeha Kerkûkê şewitandin.

Wekî di vî wêneyê de derdikeve, ku li ser rûpelên Facebookê hatiye belavkirin, Ji ber ku navê Şêx Mehmûd li kolana serekî ya zanîngehê hatibû kirin, wêneyê wî li wê kolanê hatibû danîn, lê îro ew wêne hat şewitandin.

Şewitandina wêneyê kesatiya dîrokî ya Kurdistan, Şêx Mehmûd Hefîd li Kerkûkê, piştî wê yekê hat, ku di 16ê Cotmeha derbasbûyî de hejmarek ji berpirsên YNK bi rêketineke nihênî bajar radestî milîsên Heşda Şeibî kirin.

Hevdemî vê bûyerê, çend rojan berî niha alîgirên dagîrkirina Kerkûkê ji Turkman û Erebên Şî'e, bizav kirin ku li zanîngeha Kerkûkê şahiyekê bi helkefta hatina Heşda Şeibî ji bo Kerûkê saz bikin, lê xwendevanên Kurd di wê zanîngehê de dewam baykot kirin.