LI DIYARBEKIRÊ BIBÎRANÎNA QURBANIYÊN KÎMYABARANA HELEBCEYÊ HAT KIRIN

kîmyabarana Helebceyê, panelek hat li darxistin. Beşdarên panelê gotin ku divê 16'ê Adarê li çar aliyên Kurdistanê wekî roja şînê were ragihandin û bi dîplomasiyeke baş ev keraset her tim di rojeva cîhanê de were hiştin.

K24- Diyarbekir

kîmyabarana Helebceyê, panelek hat li darxistin. Beşdarên panelê gotin ku divê 16'ê Adarê li çar aliyên Kurdistanê wekî roja şînê were ragihandin û bi dîplomasiyeke baş ev keraset her tim di rojeva cîhanê de were hiştin.

Ji bo bibîranîna qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê, li çar aliyên Kurdistan û cîhanê çalakî hatin rêvebirin. Li Bakurê Kurdistanê jî li Diyarbekir û Wan'ê  panel û daxuyaniyên hepar hatin dayîn. Siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên Kurd, di panela ku ji aliyê Hak-Par'ê ve li Weqfa Riya Azadî  hat lidarxistin de qurbaniyên Helebceyê bi bîr anîn. Axaftvanên panelê da zanîn ku dîroka Kurdan ji kerasetan tijî ye lê Helebce bûye sembol û divê Helebce ji bîra tu Kurdekî neçe. Endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê -Sûrî Mehmud Remo di panelê de gotarek pêşkêş kir. Li gorî  ku Remo dibêje; pêwîst e Kurdên bakur zêdetir li Helebceyê xwedî derkevin.

Mehmûd Remo – endam ê. PDK-S'ê got: "Em îro miletekî ku ji 40 mîlyonan pêk tên in. Welatek heye nêvê wê Kurdistan e. Em li bakurê Kurdistanê wekî tevgerên siyasî dûrî ce'dê ne. Dema ku hûn li kolanê dinêhêrin xuyaye ku hayê gelek Kurdên bakur ji Helebce tune ye. Ev pirsgirêkek e. 15-30 kes li vir civiyane, bi ya min ev ji bo Helebce hindik e; Helebce birîna miletekê ye."

 Beşdarên panelê dan zanîn ku dewletên cîhanê ji ber berjewendiyên xwe li hember keraseta Helebceyê bêdeng man lê divê Kurd bi xebatên navdewletî nehêlin ku Helebce ji roveja cîhanê derkeve. Rêveberê Hak-Par'ê yê Şaxa Diyarbekirê Remazan Eren jî got; divê roja 16'ê Adarê li seranserê Kurdistanê wekî roja şînê were ragihandin.

 Remezan Eren - Rêveberê HAK-PAR'ê yê şax a Diyarbekrê got: "Li Japonya'yê jenoseîda ku li hember wan hatibû kirin wekî roja şînê tê bibîranîn. Helebce jî wekî Hîroşîma û Nagazakî mîsaleke sêyemîn e. Ji ber vê yekê jî divê hemû parçeyên Kurdistanê li vê rojê xwedî derkevin."

 Axaftvanên panelê da zanîn ku pêvajoya kîmyabarana Helebceyê, bi Enfalê dest pê kir û nêzî 200 hezar Kurd hatin kuştin, lê belê Kurdan tevî dayîna bedêlên giran jî dest ji têkoşîna azadiyê bernedan û îro Ala Kurdistanê bi awayekî azad li ser wê axa ku bi xwînê hatî avdankirin, li ba dibe. Di panelê de bang ji Tirkiyeyê jî hat kirin ku kîmyabaran a Helebceyê wekî jenosayîd qebûl bike.