Erdogan, ji rêkeftina Rusya-Amerika liser Suriyê dilgiran e

Erdogan: Ez dê vê mijarê digel Putîn gotûbêj bikim. Bila êdî em cîhanê nexapînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan serdana Soçiyê kir digel Serokê wî welatî Vîladîmîr Putînî civiya. Erdogan berî serdana xwe derbarê naveroka civînê de axifî û li ser pirsa rojnamevanekî nerazîbûn li dijî rêkeftina Rusya û Amerîkayê ya derbarê Suriyeyê de  nîşan da û got ev rêkeftin şêweyekê xapandina cîhanê ye.

nEz tênagihim ji bo çi dibêjin li Suriyeyê rêbaza leşkerî çareserî nîne. Ji alîkî ve dibêjin rêbaza leşkerî çareserî nîne lê ji alîkî din ve jî Rêveberiya Esed nêzikê milyonek kesan bi rêbazên leşkerî kuştin. Ger rêbaza leşkerî çareserî nîne bila hêzên xwe ji Suriyeyê vekişînin û rêyên siyasî bikarbînin. Piştre jî di zûtirîn dem de bila li Suriyeyê hilbijartinek pêk were. Ez dê vê mijarê digel Putîn gotûbêj bikim. Bila êdî em cîhanê nexapînin.”

Erdogan herwiha diyar kir ko giringtirîn mijara ew dê digel Serokê Rusyayê Vîladîmîr Putîn biaxife qeyrana Suriyeyê. Lewra di navbera wan û Suriyeyê de heta 911 kîlometreyan sînor heye. Çi ji Afrînê çi jî ji devereka din li ser ewlekariya bajarê wan êrîş çêbin ew dê bibiryarî bersiv bidin.

 “Afrîn digel bajarên me cîran e.  Afrîn car caran êrîşê me dike û em nikarin ji vê yekê re çavê xwe bigirin. Li dijî Afrînê jî em bibiryar in gavên pêwsît bavêjin. Em digel Rusyayê danûstandin dikin ko bi hev re gavan bavêjin.  Li ser vê mijarê Rusya jî xwedî helwestek erenî ye.`“

 Erdogan dê piştî Rusyayê serdana Kuveyt û Katarê jî bike. Ev serdan jî demek girîng û balkêş de pêk tê. Lewra di demên dawî de nakokî û pirsgirêkên di navbera Arabîstana Sûûdî û Îranê her ko diçe  kûrtir dibe.