Wezîrê berevanî yê Amerika gihişt paytext Hewlêrê

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê berevanî ya Amerikayê James Mattis, ji bo hevdîtinan ligel berpirsên herêma Kurdistanê û Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihişt paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê.

Li belafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê Mattis ji alî cîgirê Serokwezîrê herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, Serokê Dîwana Serokatiya herêma Kurdistanl Fuad Husên û berpirsên din ên herêma Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin. Ligel Mattis, nûnerê Amerika di Hevpeymaniya Navdewletî Brett mcGurk û çendîn berpirsên din ên Amerîkî hene.

Tê çaverêkirin di hevdîtinên xwe ligel birêvebirên herêma Kurdistanê re, rojeva civînan di nav de: pêwendiyan her du welatan, referendûma serxwebûna Kurdistanê, şerê dijî terorê bên gotûbêj kirin.