Filestîn jî li dijî serxwebûna Kurdistanê derket

Ehmed Eqil got: "Referanduma Kurdistanê, pilana Israîl e ji bo dabeşkirina Iraqê û mijûlkirina pêkhatên wî welatî ye bi nakokiyên taifî piştî nemana DAIŞê"

K24- Navenda Nûçeyan

Balyozê Filestînê li Iraqê Ehmed Eqil ragihand: "Welatê wî referanduma serxwebûna Kurdistanê red dike, ku hefteya derbasbûyî li Herêma Kurdistanê û navçeyên kêşe li ser wan hat encamdan" û pêngava Herêma Kurdistanê bi "Pîlana Israîlî" ji bo dabeşkirina Iraqê binav kir.

Ehmed Eqil got: "Referanduma Kurdistanê, pilana Israîl e ji bo dabeşkirina Iraqê û mijûlkirina pêkhatên wî welatî ye bi nakokiyên taifî piştî nemana DAIŞê" û tekez kir ku Filestîn "li gel yekîtiya gel û axa Iraqê ye bi hemû pêkhateyan û her pêngavek wê yekîtiyê lawaz bike ew li dijî wê ne."

Balyozê Filestînê li Bexda diyar kir, "bi xweragirî û hikmeta Iraqiyan, pilana Israîlî û encamên referandumê wê bên têkbirin û Kurd wê vegerin himêza Iraqê û riya cudabûnê li ber wan tê girtin, ji ber ku Israîl dixwaze heyfê ji gelê Iraq hilîne ji bo vê mebestê jî, bi dehan sal e bizavan dike."

Eqil got: "Em bilindkirina ala Israîl li “bakûrê Iraqê” şermezar dikin û wê yekê weke kiryareke istifzazî ji hestê xelkê Filestîn û Ereb û Misilman re dibînin."

Ev helwesta balyozê Filestînê di demekê de ye, ku wî bi xwe di daxuyaniyên xwe de rêz li hestê xelkê Kurdistan û baweriya milyonan Kurd negirtiye ku bi belê deng ji bo serxwebûna Kurdistanê dan û Kurdistan bi "bakûrê Iraq" bi nav dike û dijatiya welatê xwe ji bo mafê rewa yê gelê Kurdistan dide xuyakirin.