Daxûyaniya hevbeş a Amerika û Tirkiye liser nexşerêya Minbicê

Grûba xebatê ya Tirkiye û Amerika liser Sûriyê civîna xwe ya 3emîn li Wezareta Derve ya Tirkiye de lidar xist.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûba xebatê ya Tirkiye û Amerika liser Sûriyê civîna xwe ya 3emîn li Wezareta Derve ya Tirkiye de lidar xist.

Piştî civînê daxûyaniyek hevbeş ji raya giştî re hate ragihandin.

Di daxûyaniyê de tê tekezkirin ku, her du alî liser pêşkeftina nexşerêya Minbicê li hevûdu kirin e û peyamê didin ku, ew xebat dê bilez werin lidar xistin.

Di civînê de ji alî Amerikayê Nûnerê Taybet ê Amerikayê ji bo Sûriye James Jeffrey û şêwirmendê di Wezareta Derve ya Amerikayê de Joel Rayburn jî beşdar bûn, ji alî Tirkiye Cîgirê Wezîrê Derve Sedat Onal jî, amadeyî civînê bû.

Hate ragihandin ku, hevdîtinek di navbeyna Wezîrê Bergirî yê Tirkiye Hulusî Akar û Nûnerê Taybet ê Amerikayê ji bo Sûriye James Jeffrey jî pêkhatiye.

Ligor ji alî medya Tirkiye ve hatiye ragihandin, Akar balkişandiye ser pêwendiya Amerika û YPG û daxwaz kiriye xalên çavdêriyê ku ji alî Amerika ve liser sînorê Tirkiye hatine danîn, bûn rakirin. Herweha Akar gotiye ku, ew tu caran dê rê nedin, korîdorek li rojhilatê Firatê pêk were.

 

 

 

C.B