Amerîka: Pêwendiyên me yên dîrokî wê li gel Herêma Kurdistanê berdewam bin
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert daxuyaniyek derbarê encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê belav kir û ragihand, encamdana referandumê ti bandoreke nerênî li ser pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de çênake û Amerîka wê pêwendiyên xwe yên dîrokî li gel Herêma Kurdistanê berdewam bike.
Diyar kir, Amerîka dibîne ku biryara referandumê tekalî bû û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û welatên cîran de aloz dike û nearamiyê ji bo xelkê Herêma Kurdistan çêdike.
Heather Nauert got: “Heya niha şerê terorê bidawî nehatiye, rêxisinên tundrew jî li derfetekê digerin ku pêşve biçin û aloziyan li Iraqê çêbikin.
Nauert Piştevaniya welatê xwe ji bo Iraqeke fîdralî dîmukratî û geş da xuyakirin.