3 topên artêşa Tirkiyê li nêzîkî Efrînê dikevin

Topxaneya Artêşa Tirkiyê careke din gundên Efrînê armanc dike. 3 topên Hawinê li derdora bajarê Efrînê dikevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Topxaneya Artêşa Tirkiyê careke din gundên Efrînê armanc dike. 3 topên Hawinê li derdora bajarê Efrînê dikevin.

Çalakvanên bajarê Efrînê ji K24ê re ragihandin, îşev demjimêr 21:30 sê topên Hawinê li başûrê bajarê Efrînê û gundê Turindê ketin, ku avahiyên bajarê Efrînê hejandin.

Li gor çalakvanan, ta niha ziyanên ji encama wê topbaranê nehatine zanîn.

Çend roj in Serokomarê Tirkiyê gefa destpêkirina operasyonekê li dijî Efrînê dixwe, duh jî artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyona Sûriyê ên Tirkiye piştevaniya wan dike, gundên başûrê Efrînê topbaran dikin.