Herêma Kurdistanê û Tirkiyê rûpeleke nû vedikin

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Enqerê paytexta Tirkiyê û Peyvdarê Hikûmeta Herêmê jî vê serdanê ji bo başkirina pêwendiyên Hewlêr û Enqerê, bi rûpeleke nû dizane.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Enqerê paytexta Tirkiyê û Peyvdarê Hikûmeta Herêmê jî vê serdanê ji bo başkirina pêwendiyên Hewlêr û Enqerê, bi rûpeleke nû dizane.

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji K24ê re ragihand, “Wek hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendiyên me bi Tirkiyê re bi girîng dizanin, di wê baweriyê de ne ku ew jî girîngiyê didin van pêwendiyan. Herêma Kurdistanê çespandiye ku ew aliyê aramiyê ye li navçê.”

Got jî: “Beşdariya Serowezîrê Herêma Kurdistanê di rêwresmên sûndxwarina Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de, dikarin bibêjin ku rûpeleke nû di pêwendiyên Hewlêr û Enqerê de vedibe. Rast e salek e girjî di pêwendiyan de hebû, lê Tirkiye sînorê xwe danexist û hinartina petrolê di boriyan de ranegirt û pêwendiyên me her hebûn. Hêvîdar in di dahatû de pêwendiyên me ber bi pêşveçûnê biçin.”

Derbarê hevdîtina taybet a Nêçîrvan Barzanî û Erdogan de, Dizeyî got: “Ji ber birêveçûna rêwresma sûndxwarina Serokomarê Tirkiyê, bawer im hevdîtina taybet di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Tirkiyê de birêve neçe, lê vexwandin û beşdariya Nêçîrvan Barzanî di wê rêwresmê de gaveke erênî ye ber bi başkirina pêwendiyên her du aliyan û destpêkek e bo hevdîtina di navbera Nêçîrvan Barzanî û Erdogan di dahatûyê de.”

Sefîn Dizeyî aşkere kir jî, Nêçîrvn Barzanî serdana Ewropayê dike û biryar e sibe li Ewropayê çendîn hevdîtin û civînan bike.