YPG amara qurbaniyê bombebarana Tirkiyê ragihand

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, di êrîşa îro ya artêsa Tirkiyê li ser Efrînê de 9 kes şehîd bûn û 13 kesên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, di êrîşa îro ya artêsa Tirkiyê li ser Efrînê de 9 kes şehîd bûn û 13 kesên din jî birîndar bûn.

YPGê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama bombebarana artêşa Tirkiyê û firokeyên şer de, 6 welatiyên sivîl û 3 şervanên YPGê şehîd bûn. Herwiha 13 welatiyên din jî birîndar bûn.

YPGê diyar kir jî, îro 20ê Çile de firokeyên şer ên Tirkiyê 10 navçeyên Efrînê yên sivîlan bombebaran kir.

Sererkaniya Tirkiye bi daxûyaniyekê ragihand ku “Îro demjimêr 17:00an Operasyona Efrînê bi nave “Operasyona Şaxa Zeytûnê” dest pê kir.

Ajansa "Anadolu" ya Tirkiyê aşkere kir, îro artêşa Tirkiyê 108 xal li Efrînê topbaran û bombebaran kirin.