"Wê rêjîma Îranê ji hindir ve bê xistin"

Rojnameya (The Daily Star) a Birîtanî ragihand, ku eger heye xwepêşandanên li nav Îranê, têra wê yekê bikin, ku desthilata "Rêjîma Îranî" ji hindir ve bidawî bê.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Rojnameya (The Daily Star) a Birîtanî ragihand, ku eger heye xwepêşandanên li nav Îranê, têra wê yekê bikin, ku desthilata "Rêjîma Îranî" ji hindir ve bidawî bê, piştî ku rêjeya hejariyê li wî welatî gihand astekî gellekî nizm û rê li ber azadiya welatiyan teng kir.

Li gorî rojnameyê, di destpêkê de, xwepêşanderan daxwaza başkirina rewşa abûrî û jiyanê dikirin, lê piştre daxwaza guhertinên siyasî jî kirin û siloganên dijî serkirdeyên rêjîma Îranê avêtin.

Derbarê vê pirsê, sernivîserê rojameyeke dijberiya Îranê k user bi (Tevgera Azadiya Îranê) ve (Mihemed Henîf Cezairî) diyar kir, ku di destpêkê de xwepêşandan li dijî rewşa xirab a abûrî derketin, piştre silogan li dijî destwerdana Îranê di Sûryê de hatin bilindkirin û gihişt wî astî ku xwepêşanderan siloganên wek (Mirin ji Xamineyî û ji Rûhanî re) bilind kirin.

Mihemed Henîf Cezairî got jî: Rêjîma zordar a Taranê, çavê xwe ji ser metirsiyên xwepêşandanan negirtibû, lewra dest bi kempîneke mezin a girtinê kir û bi hezaran xwepêşander hatin girtin û bi dehan jî hatin kuştin.

Li gorî hin rêxistinên mirovî yên Îranî, di nava çend hefteyên derbasbûyî de, hêzên ewlehiya Îranê, nêzîkî 8 hezar kes desteser kirine.

Tevî wê yekê jî, Cezairî tekez kir, ku xwepêşandanên Îranê hêza xwe ji karînên Îraniyan werdigire, ji ber ku xwepêşander bi awayekî baş xwe birêxistin dikin û siloganên hevbeş bilind dikin.

Navhatî balkişand ser xwepêşandanên devera Ehwazê û got: Dema karkirên bajarê Ehwazê derketin xwepêşandanan, heman durişm û siloganên xwepêşanderên Taranê bilin kirin.

Herwiha tekez kir, ku niha Encûmena Niştimanî ya Berxwedana Niştimanî ya Îranî, yekîneyên berxwedanê pêk aniye û armanca wan yekîneyan, birêxistina xwepêşandanan li dijî Hikûmetê ye û heya niha wan yekîneyan, serkeftinên mezin tomar kirine, ji ber ku welatiyên Îranî piştevaniya wan dikin.     

N.O