Bêtirî 76 hezar geştyar serdana Herêma Kurdistanê kirine

Mewlewî Cebar: Îsal armanca me, em bêtirî du milyon û 500 hezar geştyar ber bi Herêma Kurdistanê ve bikişînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê desteya giştî ya geştyariyê li Herêma Kurdistanê Mewlewî Cebar,  eşkere kir, ku bêtirî 76 hezar geştyar ji bo cejna Newrozê hatine bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê.

Mewlewî Cebar ji Kurdistan24ê re got: "Heya 20ê vê mehê, bêtirî 76 hezar geştyar hatine Herêma Kurdistanê, di yekem roja cejna Newrozê de jî, hatina geştyaran ji bo Kurdistanê berdewam bû, lewra ew rêje di rojên dahatî de wê bilind bibe".

Got jî: "Îsal armanca me, em bêtirî du milyon û 500 hezar geştyar ber bi Herêma Kurdistanê ve bikişînin".

Navhatî diyar kir, ku cihê dilxweşiyê ye, ku hejmara hatina geştyaran ji Îranê zêde bûye, ev jî di warê rakêşana têbîniya geştyaran de, wek serketin tê jimartin.

Ji aliyekî din ve, Desteya Deryên Sînorî yên Iraqê, di daxuyaniyekê de, eşkere kir, "Ku ji roja Îna derbasbûyî ve û heya niha 140 hezar ji welatiyên Ereb û biyanî hatine Iraqê bi mebesta pîrozkirina cejna Newrozê û daku serdana cihên olî û geştyarî bikin".