Dadgeha federal a Iraqê biryarê li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê dide

Îyas Samûk: Mijara destûrîbûna referandumê jî, yek ji wan doza ye, ku dadgeha federal wê biryara dawî li ser bide.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê dadgeha federal li Iraqê Îyas Samûk ragihand, sibe wê dadgeha federalî bi armanca gotûbêjkirina heft mijarên destûrî bicive û got: "Mijara destûrîbûna referandumê jî, yek ji wan doza ye, ku dadgeha federal wê biryara dawî li ser bide."

Meha derbasbûyî dadgeha federalî ya Iraqê ragihandibû, ew nikarin ti biryarekê derbarê destûrîbûn yan nedestûrya referandumê bidin, heya nerîna aliyê Herêma Kurdistanê wernegire.