Birêveberê berê yê CIA: Ji mafê Herêma Kurdistanê ye serbixwe bibe

Birêveberê berê yê (CIA) radigihîne, Ji mafê Herêma Kurdistanê ye serbixwe bibe, lê niha ne dema wê pêngavê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Birêveberê berê yê (CIA) radigihîne, Ji mafê Herêma Kurdistanê ye serbixwe bibe, lê niha ne dema wê pêngavê ye.

Birêveberê berê yê (CIA) General David Petraeus ragihand, ji mafê gelê Kurd e daxwaza serxwebûnê bike, lê divê berî ku wê gavê bavêje rêkeftinekê ligel Iraq û Tirkiyê bike, bo metirsiyan kêm bike.

Petraeus got jî, divê serkirdayetiya Kurdistanê derbarê serxwebûnê de bi cidî ligel Bexfdayê guftûgoyê bike, ji ber ku riya sereke ya berve serxwebûnê Bexda ye. Herwiha divê Tirkiye jî têbigihîne wê pirsê.

Petraeus yek ji sedemên paşxistina pirsa serxwebûnê vedigerîne, nizmbûna nirxê petrolê û dibêje, dema nirxê petrolê bigihe 100 Dolarî û Kurdistan rojana yek milyon Dolar bermîl petrola Kurdistanê hinarde derve bike,  wê demê divê Kurdistan biryara serxwebûnê bide.