Xwepêşandan gihiştin gelek bajarên Iraqê
K24 – Navenda Nûçeyan
Xwepêşandanên Iraqê piştî Besra gihiştin çendîn parêzgeh û bajarên din, û li Parêzgeha Mîsan xwepêşanderek hat kuştin û 11 polîs jî birîndar bûn.
Ev pênc roj in xwepêşandanên Besre berdewam in û roj bi roj berferehtir dibin. Xwepêşanderên Besra hewla çûna nav avahiya civata parêzgeha dan û rêyên sereke yên bi Bexda û Benderê Um Qesir daxistin û gefa destdanîn a ser hemû dezgehên Hikûmetê kirin, eger daxwazên wan neyên bicîh kirin.
Ligor Nûçegîhanê Kurdistan24, îşev xwepêşandan li navendên Parêzgehên Necef, Mîsan,Babil, Zîqar û Kerbela serî heldan, û xwepêşanderên Necef êrîşî firokxaneya bajêr kirin û çendîn kelûpelên firokxaneyê şikandin, û ji bo demekî geştên asmanî hatin rawestandin. Li Mîsan jî, baregehên Partiya Deawa û Şepêla Hîkme hatin şewitandin, û xwepêşanderek ji aliyê hêzên ewlekarî ve hat kuştin û 11 polîs brîndar bûn.
C.B