Piştevanekî serxwebûna Kurdistanê bû Şêwirmendê asayişa netewî ya Amerîka

John Bolton yek ji piştevanên serxwebûna Kurdistanê ye û di dema referandumê de, bi zelalî û bihêz piştevaniya wê dikir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump di Twittekê de ragihand, ku balyozê yê Amerîka di Netewên yekgirtî de John Bolton wek Şêwirmendê Asayşa Netewî ya Amerîka, li şûna şêwirmendê berê yê wê dezgehê, Herbert Mcmaster kar bike.

John Bolton yek ji piştevanên serxwebûna Kurdistanê ye û di dema referandumê de, bi zelalî û bihêz piştevaniya wê dikir, berî niha jî kandîd bû ji bo wergirtina postê wezîrê derve yê Amerîka.

Dûrxistna Herbert Mcmaster bi sedema nakokiyên wî yên berdewam li gel serokê Amerîka Donald Trump bû, ew jî derbarê rêketina etomî ya li gel Îranê û siyaseta Amerîka li Efxanistanê, di demekê de, ku gellek caran Trump dijatiya xwe ji rêketina etomî re ya li gel Îranê ragihandiye.

N.O