Pêşmerge û Hevpeymanan operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê encam dan

Li gorî zanyariyên bi dest Kurdistan24ê ketine, di wê operasyonê de, rawêjkarên serbazî yên biyanî piştevaniya hêzên Pêşmergên Kurdistanê dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên Pêşmergên Kurdistanê û yên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, operasyoneke hevbeş li dijî çekdarên wê girûpê li çiyayê Qereçox encam dan û firokeyên hevpeymaniyê, bi tundî asêgehên DAIŞê li ser wî çiyayî ku li nêzîkî bajarokê Mexmûrê ye, bordûman dikin.

Li gorî zanyariyên bi dest Kurdistan24ê ketine, di wê operasyonê de, rawêjkarên serbazî yên biyanî piştevaniya hêzên Pêşmergên Kurdistanê dikin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq li ser çiyayê Qereçox ragihand, ku hêzên Pêşmerge ji çend aliyan ve, dest bi operasyoneke taybet ji bo kontrolkirina wî çiyayî û derdora wî.

Ji aliyê xwe ve fermandeyekî Pêşmerge ji Kurdistan24ê re got: Ji ber ku hêzên Iraqî nekarîn vê navçeyê kontrol bikin, hêzên Pêşmerge hatine vê deverê, tevî ku berî niha jî, ev navçe ji DAIŞê hatibû pakkirin, lê dîsan çekdarên DAIŞê tevgerên xwe li vir, zêde kiribû.

Di dawiya meha derbasbûyî de jî, hêzên Pêşmergên Kurdistan û Hevpeymaniya Navdewletî, li çiyayê Qereçox, operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê encam dan û karîn jimarekê ji çekdarên wê girûpê û serkirdeyekî mezin ji wê bikujin.

N.O