Li Minbicê - teqîn
K24 – Navenda Nûçeyan
Nexweşxaneyeke bajarê Minbic bi motorek bombekirî hat armanc kirin.
Ligor zanyariyên Kurdistan24, motorek bombekirî Nexweşxaneya Emel a li navenda bajarê Minbic kir armanc, di encam de herî kêm 6 kes brîndarbûn e û ziyana maddî gihiştiye avahiya nexweşxaneyê û otombêlên derdorê.
Her ligor zanyariyan, brîndar ji bo nexweşxaneyên bajêr hatine veguhestin, û heta niha tu aliyekî berpirsiyaretiya xwe ji vê teqînê re ne ragihandiye.
Beriya dû rojan jî, teqînekê li wî bajarî rûda bû û di encam de kesekî canê xwe ji dest da bû.
C.B