Erdogan “Bi hêvî”, Yildirim “Bê hêvî” ye

Serokomarê Tirkiye civîna ligel YE bi erênî, lê Serokwezîr Yildirim, bi neyênî binav kirin…

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan ligel Serokê Komisyona Yekîtiya Ewrûpa (YE), Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpa û Serokwezîrê Bulgaristanê, ku welatê - serokê demkî yê YE ye, ku li bajarê Varna civiyan, Serokomarê Tirkiye civîna ligel YE bi erênî, lê Serokwezîr Yildirim, bi neyênî binav kirin…

Piştî hevdîtinê Receb Tayyip Erdogan civîna xwe ligel berpirsên bilind ên YE bi erênî wesfkir û hêvî xwest, piştî demeke dirêj a aloziyan, ev bibe pêngava danûstandinên baş di navbeyna YE û Tirkiye de. Erdogan anî ziman ku, têgihiştinek di navbeyna aliyan de heye û Tirkiye pirsên ku dibin bîngeha aloziyan aniye mêz a diyalogê ligel YE.

Ji aliyê xwe ve, berpirsên YE diyarkirin ku, dilgiraniya xwe di destê yekem de girêdayî mafên mirovan, azadiyan û rewşa hiquqî li Tirkiye anîne ziman.

Serokwezîrê Tirkiye Binalî Yildirim berovajî nirxandina Erdogan a destpêkirina diyalogek erênî ligel YE, rexne li civîna Varna kir û got ku: YE beramberî Tirkiye ne erênî tevdigere. Liser vê yekê jî destnîşankir: Dîroka YE beramberî Tirkiye bi diyalogek neyeksan hatiye birêvebirin û pêwendiya ligel Yunanistanê û Tirkiye wekî nimûne anî ziman.

Xwest ku Yekîtiya Ewrûpa girêdayî Tirkiye helwêsta xwe bi awayek zelal diyar bike…

 

C.B