Nûçegîhanê K24: Hêzên Gelerî derbasî nav Efrînê bûn

Nûçegîhanê Kurdistanê24 li Efrînê Ekrem Salih di weşana zindî ya K24 de diyarkir ku, Hêzên Gelerî ser bi Artêşa Suriye ve derbasî nav Efrînê bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûçegîhanê Kurdistanê24 li Efrînê Ekrem Salih di weşana zindî ya K24 de diyarkir ku, Hêzên Gelerî ser bi Artêşa Suriye ve derbasî nav Efrînê bûn.

Salih destnîşankir ku, Hêzên Gelerî bi çekên giran hatin e û dê li deverên ser bi sînor ve werin bicîh kirin.

Berdevkê YPG Brusk Hesekê jî ragihandibû ku, Hêzên Gelerî ji bo piştevaniya Hêzên YPG hemberî Artêşa Tirk û çekdarên hevkarên wê tên Efrînê.

Liser hejmara çekdarên Hêzên Gelerî tu agahî nehatin dan.

 

 

C.B