Taşcier: Ak Parti bi riya YSKê qeyûman datîne

Parlemanterê HDPê Îmam Taşcier ragihand, pêştir bi biryareke siyasî qeyûm ji bo şaredariyan hatibû danîn, lê vê carê Erdogan bi riya Komisyona Bilind a Hilbijartinê (YSK) şaredariyên HSDê jê distîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemanterê HDPê Îmam Taşcier ragihand, pêştir bi biryareke siyasî qeyûm ji bo şaredariyan hatibû danîn, lê vê carê Erdogan bi riya Komisyona Bilind a Hilbijartinê (YSK) şaredariyên HSDê jê distîne.

Parlemanterê HDPê Îmam Taşcier di bernameya “Rojev” a K24ê de ragihand, Serokê Ak Partiyê berî hilbijartinan got ewê dîsa qeyûman dane ser şaredariyan, lê vê carê qeyûm bi destê YSKê û bi riyên yasa û dadgehê vî karî dike. Li Tirkiyê hiqûq nîn in, heger hebûne dê ev yek nebûna.

Komisyona Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê (YSK) ragihandibû, kesên bi biryarnameyên di hikmê zagonî de ji kar hatibin derxistin nikarin serokatiya şaredariyan bikin û bi vê yeke jî 6 şaredarên HDPê pesendname wernegirtin û li şûna wan partiya duyem pesendname wergirt, ku ew jî berbijêrên AK Partî bûne.

Ji aliyê xwe ve, Parêzer û Wergirê Xelata Serokomarê Almanyayê Cîhan Ipek li ser proseya hilbijartinê li Tirkiyê got, dema kesê dibe namzet, Komisyona Hilbijartinê ya Bilind wan li gor mercên yasayî û destûrî dipejirîne û kesê ew merc lê neyin bicihkirin, nikarin bibin namzet. Lê dema bû namzest û di hilbijartinan de biser ket, ew dikare dest bi karê xwe bike.

Da zanîn jî, tiştê bûye ew e, di dema rewşa awarte de biryareke îdarî ya hikûmetê bi hin kesan derketibû, lê di derheqê wan de ti tawanek nîn e, vêca ev biryara YSKê derhiqûqî ye.

 

 

S. B