Mîranî: Dibe ku vê hefteyê digel Yekîtî bigihin rêkeftina dawiyê

Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK Fadil Mîranî ragihand, bêdengiya Partî li pêkanîna kabîneya nû ya Hikumetê, ji bo wê yekê ye, ku demê bide hevbeşên xwe, ku hizir bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK Fadil Mîranî ragihand, bêdengiya Partî li pêkanîna kabîneya nû ya Hikumetê, ji bo wê yekê ye, ku demê bide hevbeşên xwe, ku hizir bikin. Amaje bi wê yekê jî kir, wan rêgirên mezin ji bo pêkanîna Hikûmetê û rêkeftina siyasî derbas kirin e. Derbarê rêkeftina digel Yekîtî, Mîranî tekez kir, Partî û Yekîtî rêkeftin e û roja Pêncşemiyê Mekteba Siyasî ya Partî dicive û dibe ku, vê hefteyê digel Yekîtî bigihin rêkeftina dawiyê.

Ji aliyê xwe ve, Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê Sedî Ehmed Pîre got, ew dixwazin Kabîneya Nû ya Hikûmetê bihêz be û naxwazin, ku şaşiyên di kabîneyên borî de rû dan e, dûbare bibin.

 

 

C.B