Xwepêşandana piştgiriya Kurdistanê li Viyana jî 25ê Cotmehê ye

Rewangeha Kurdistanê li paytexta Nemsayê (Austria) di bin navê “Piştgiriya Pêşmerge û Kurdistanê bike” de, dê piştgiriya xwe bîne ziman.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwepêşandanên piştgiriya Kurdistanê li paytextên girîng ên welatên Ewrûpayê berdewam in. 25ê Cotmehê rewangeha Kurdistanê li paytexta Nemsayê (Austria) di bin navê “Piştgiriya Pêşmerge û Kurdistanê bike” de dê piştgiriya xwe bîne ziman.

Cîh û dema xwepêşandana piştgiriya serxwebûna Kurdistanê li Viyana:

Dem: 25 Cotmeh 2017 Çarşem

Demjimêr: 12:00 – 15:30

Cîh: Dr – Karl – Renner – Ring 3

U2 / U3 Strasenbahn

D 1/2/46/49/71