Şandeke din a Başûr: Pêwîstiya Efrînê bi alîkariyan heye

Piştî serdana xwe ji bo bajarê Efrînê re, şandeke ji Başûrê Kurdistanê dîtin û encamên serdana xwe di konferanseke rojnamevanî de ragihandin, ku pêwîstiya xelkên Efrînê bi alîkariyên bilez heye. Serkirdên Rêveberiya Xweser jî tekez dikin ku raporên şandê dê radestî saziyên navdewletî bibe.

K24 – Qamişlo

Şanda başûr di hefteya bûrî de serdana bajarê Efrînê kir, di konferansa rojnamevanî de eşkere kirin, bajarê Efrînê di rewşeke aloz de dijî, nemaze ji aliyê tundiya şer û armanckirina dezgehên tenduristî û xizmetguzariyê ji aliyê firokeyên cengî yên artêşa Tirkiyê ve.

Endamên şandê dan zanîn jî ku piştî vê serdana xwe dê têkiliyan bi hemû dezgehên Başûrê Kurdistanê û yên navdewletî re bikin, da şer bê rawestandin û alîkariyê ji xelkên Efrînê re dabîn bikin.

Berpirsên Rêveberiya Xweser ji aliyê xwe ve dibînin ku şopandina şandên ji derveyî Rojavayê Kurdistanê ji rewşa Efrînê re karekî giring e, da êşa xelkên Efrînê ji bo raya giştî bê veguhestin û tekez dikin jî ku çi şandên serdana Efrînê dikin wê rastiyê nas dikin, ku armanca TIrkiyê ji van êrîşan ne hêzeke siyasî bi tenê ye, lê belê gelê Kurd bi temamî armanc ji xwe re digre.

Şanda ji Başûrê Kurdistanê serdana Rojava dike ji Kongirê Netewî yê Kurdistanî (KNK), nûnerên saziyên civaka sivîl, nûnerên olî û kesayetiyên serbixwe pêk tê, ku piraniya serdana xwe li bajarê Efrînê derbas kirin. Biryar e piştî rojekê şand serdana xwe bi dawî bike û vegere başûrê Kurdistanê.