Rûsya: Firokeya me ket xwarê û firokvan hat kuştin

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê xistina firokeyeke xwe û kuştina firokevanê wê li Sûriyê piştrast kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê xistina firokeyeke xwe û kuştina firokevanê wê li Sûriyê piştrast kir.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragehand ku, firokeyeka wan ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve bi rêya mûşekên li ser milan ketiye xwarê û firokevanê wê jî di şer û pevçûnên ligel wan çekdaran de hatiye kuştin.

Berî demekê çekdarên opozîsyonê di girtevîdyokê de belav kiribû, hêzên wan firokeyeke Rûsî ji cura SU 25 li bakurê bajarokê Meret El- Numan xistiye xwarê û niha ew li firokvanê wê firokeyê digerin.