Tirkiye di navbera Rûsya û Amerîkayê de tê û diçe

Di navbera Tirkiye û Rûsyayê li qada Sûriyê pêwendî her ku diçe xurtir dibin. Herî dawî vekêşîna hêzên Rûsyayê ji Tel Rifatê ligel vê yekê dijî bombebaranên Rejîma Esad û Rûsyayê bo ser Idlibê bêdengiya Tirkiyê weke ku Rûsyayê operasyoneke Tirkiyê bo ser Tel Rifatê erênî dibîne û Tirkiye amadeye bi Rûsyayê re Idlibê çareser bike tê şirovekirin.

K24- Ankara

Di navbera Tirkiye û Rûsyayê li qada Sûriyê pêwendî her ku diçe xurtir dibin. Herî dawî vekêşîna hêzên Rûsyayê ji Tel Rifatê ligel vê yekê dijî bombebaranên Rejîma Esad û Rûsyayê bo ser Idlibê bêdengiya Tirkiyê weke ku Rûsyayê operasyoneke Tirkiyê bo ser Tel Rifatê erênî dibîne û Tirkiye amadeye bi Rûsyayê re Idlibê çareser bike tê şirovekirin. Li gorî hin pisporên Tirkiyê di hevdîtina 8ê Nîsanê de Tirkiye û Rûsyayê li hev kiriye ku bi hevre operasyonan pêk bîne. Hin pispor jî dibêjin Rûsya tenê dixwaze Tirkiyê ji Amerîkayê dûr bixe.

Li Sûriyê ku ev 8 sal zêdetir e şerê navxweyî berdewam dikin bi geşedann dawî careke din di rojeva cîhan û Tirkiyê de ye. Piştî ku Rusyayê biryar da ji Tel rifata di destê YPGê de ye hêzên xwe vekêşe di heman deme de Idlîba keleha dawî ya di destê hêzên mûxalif û tundrev de ye û di bin garantoriya Tirkiyê de ye bombebaran kir.Tirkiye jî ev heyameke hewl dide ku operasyonekê bibe ser Tel Rifat û deverên din yên di destê YPGê de. Di heyama ku Tirkiye bi Amerîkayê re di der mijaran de bi kêşeyan re rû bi rû ye ev geşedanên dawî ji aliyê rayagiştî ya Tirkiyê ve weke ku Tirkiye bi Rûsyayê re din ava rêkeftinekê de ye tê nirxandin.

Bi boçûna hin pisporên Tirkiyê, Enqere û Moskow li ser idlib û Tel Rifatê lihev kirine û demeke nêz de Tirkiye dê bi hêzên Sûrya Azad berê xwe bide Tel Rifatê, Rûsya jî mijara Idlibê dê bi Tirkiyê re çareser bike.

Mîthat Îşîk -pisporê ewlehiyê û Rojhilata Navîn, dibêje: "Di hevdîtina Erdogan û Putîn ya 8ê Nîsanê li Rûsyayê pêk hatî biryar hate dayîn operasyon li ser Tel Rifat û Idlibê bê kirin. Tirkiye dê bi pêşengiya Hêzên Sûriya Azad berê xwe bide Tel Rifatê. Rûsya û Tirkiye dê bi hev re bi operasyonên taybet û bisînorkirî serkirdeyên hêzên muxalif û tundrev yên li Idlibê bêbandor bikin. Rûsya ber vê çendê hêzên xwe ji Tel Fifatê vekişandin. Çend rojên din eğerek zêde ye ev operasyon dest pê bikin veguhestina leşkerên Tirk bo ser Sûriyê jî nîşaneya vê yekê ne."

Beramberî vê yekê bi boçûna pisporê rojhilata navîn Hasan Oktay jî dû sedemên van hewlên Rûsyayê yên stratejîk hene armanc ne operasyone û ger ev hewlên Moskowê serkeftî bibin dê Tirkiye gaveke din jî nêzîkê Rûsyayê bibe.

Dr.Hasan Oktay-pisporê Rojhilata Navîn, dibêje: "Rûsya û Tirkiye di nava pêwendiyên baş de ne û Tirkiye her ku diçe ji Amerîkayê dûr dikeve. Rûsya jî vê yekê dibîne û daxwazên Tirkiyê yên li

ser Sûriyê gav bigav bicih tîne ji bo ku Tirkiye di mijara mûşekên S 400 an de du dil nemine û ji Amerîkayê zêdetir dûr bikeve. Di rastiyê de Rûsya ji Tel Rifatê bi temamî derbikeve jî hêzên Sûriyê û yên Îranê hene û nahêlin Tirkiye berê xwe bide wê deverê. Derdê Rûsyayê bi temamî ji Amerîkayê dûrxistina Tirkiyê ye."

Tirkiye di mijara mûşekên S 400, nedana patroît û f 35an, avakirina devereke ewle û operasyonên bo ser Minbic û rojhelatê Feratê de bi Amerîkayê re di mijara Idlib û mana Rejîma Esad ya bo ser rêveberiya Sûriyê de jî bi Rûsyayê li hev nake. Ji loma jî piposr dibêjin kare Tirkiyê li Sûriyê zehmete û din ava duduliyekê de ye dê berê xwe bide Rûsyayê ya jî Amerîkayê.