Xwendin di navbera nakokiyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Fêsel Miqdad bi Rêvebira Cîbicîkar ya UNISEFê re civiya û got, derbarê kiryarên milîsên HSDê ku nahêlin şagirt derbasî dibistanên bi ser hikûmeta Sûriyê ve bibin, ew bêdeng namînin. Berpirsên Rêveberiya Xweser tekez dikin ku ew di projeya xwe de berdewam in.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Li ser vê pirsê jî, Serokê Dîdara Niştimanî ya Rewşenbîran ji bo Diyalogê li Qamişlo Mehmûd El- Salim ji K24ê re got: “Em wek Dîdara Niştimanî ya Rewşenbîran me bêhtir ji nameyekê ji Rêveberiya Xweser re şandin, ku destdanîna ser dibistanan rawestînin û nabe şagirtan bi zorê pabendî rêbazên xwe bikin, ew rêbaza ku ne li gor asta xwendina cîhanî ye, herwiha asta mamosteyên wan jî lawaz e, ji ber wê jî malbatên hemû pêkhateyên deverê û gelek malbatên Kurd zarokên xwe li dibistanên hikûmeta Sûriyê tomar dikin û ji dibistanên Rêveberiya Xweser baz didin.”

Ji aliyê xwe ve Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Cizîrê Semîra Hac Elî dibêje, li ser asta cîhanê welatê Sûriyê ji nav nirxandina xwendinê derketiye û ji heyama 7 salan ve piraniya şagirtan li bajarên Sûriyê bê xwendin mane û tenê li deverên bakur û rojhilatê Sûriyê xwendin heye, loma ew jî ji UNISEFê daxwaz dikin ku piştgirî û alîkariyê bi wan re bikin.

Tê zanîn ku li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê rêbazên Rêveberiya xweser li 3116 dibistanan têne xwendin, herweha hejmara şagirtan di hersê qonaxan de dighêje 305 hezar şagirtî û 23 hezar mamosteyan lixwe digre ku li beramberî wê tenê li 58 dibistanan rêbazên hikûmeta Sûriyê têne xwendin.