Îranê bersîva Amerika da: Centcom terorist e!

Li hember bi terorîst nasandina Supaya Pasdaran, Parlementoya Îranê jî nasandina Artêşa Amerîkayê bi terorîst pejirand

K24 – Navenda Nûçeyan

Li hember bi terorîst nasandina Supaya Pasdaran, Parlementoya Îranê jî nasandina Artêşa Amerîkayê bi terorîst pejirand.

Ligor wê projeyasayê, Îran hêzên fermandeya navendî yên Amerîka ku bi Centkom tê naskirin, ku hemû hêzên wî welatî li Rojhilata Navîn û bakûrê rojhilatê Efrîqa li xwe digre bi terorist binav dike û her cûre pêwendî û alîkarî jî, digel wan hêzan wek karê terorî hejmar dike.

Di wê projeyasayê de, hikûmeta Îranê tê raspardin, ku di çarçoveya bernameya Civata Bilind a Asayişa Neteweyî ya Îranê de bersiva hemû wan kiryarên Amerîka bide, ku berjewendiyên Îranê dixe metirsiyê de.

 

 

C.B