Barzanî: Şand Bilind a Referandûmê ji bo rewşa piştî qonaxa referandûmê li Bexdayê ye

Serok Barzanî tekez kir, di bin tu fişarekê de referandûm nayê paşxistin û di 25 Îlona 2017an de tê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ew şanda Encûmena Bilind a Referandûmê ya li Bexdayê, ji bo pirsa federaliyet û budceya Herêma Kurdistanê neçûya Bexdayê, lê ji bo rewşa piştî qonaxa referandûmê li Bexdayê ye. Tekezî li ser wê jî kir, di bin tu fişarekê de referandûm nayê paşxistin û di 25 Îlona 2017an de tê kirin.

Barzanî îro di dema pêşkêşkirina gotarekê de bo hejmarek ji çalakvanan got: “Pêwîstiya me bi Kurdistaneke serbixwe heye, ta ligel Bexdayê bibin du cîranên baş. Me gelekî hewl da û bi hemû awayekê ta pêwendiyên me ligel Bexdayê baş bikin, lê hemû hewlên me şikestî anîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand jî, “Şanda me bo destpêkirina danûstandinên derbarê federliyet û budceyê me neşandiye Bexdayê.” Herwiha got jî: “Em nexwazin dewleteke netewî bo netewa Kurd dirust bikin, lê dixwazin dewleteke demokrasî, fereh herêm, fereh ol û li ser binemaya welatbûnê dirust bikin.”

Serok Barzanî got jî: “Di bin tu fişarekê de referandûmê bipaş naxin, ewên dibêjin dem ne guncaw e, em jî ji wan re dibêjin, kîjan dem guncaw e û enterantîv çi ye?”