Şer di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî de qewimî

Çekdarên Heşdê ber bi bajarokê Pirdê ve hatin, lê hêzên Pêşmerge ketin pêşya wan û li wan dan

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro li sînorê bajarokê Pirdê, şer di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên Heşdê de qewimî.

Îro çekdarên Heşdê ber bi bajarokê Pirdê ve hatin, lê berî ku bigehêjin wî bajarokî hêzên Pêşmerge ketin pêşya wan û li wan dan.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li nêzîkî sengerên Pêşmerge ragihand, hêzên Pêşmerge rê li ber çekdarên Heşdê girtine.