2 jin ên welatiyên Fransa xwe radestî HSD kirin

2 jin ên welatiyên Fransayê, ku ji devera Baxoz a di destê DAIŞê de ya Dêrazorê reviyayî, xwe radestî Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

2 jin ên welatiyên Fransayê, ku ji devera Baxoz a di destê DAIŞê de ya Dêrazorê reviyayî,  xwe radestî Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) kirin.

Jinên reviyayî ji Kurdistan24 re ragihandin, ku çekdarên DAIŞ li Baxoz mayî, zêdeyên wan ji Iraqê ne û beşek biçûk jî, ji Sûriye ne.

Her du jinan herweha anîn ziman: “Tiştek xwarinê jî nema ye. Nedihiştin em derkevin. Me jî hewl da birevin û bi rêya qaçaxçiyan xwe gihand vê derê. Ew dever niha ne Dewleta Islamî ye, Dewleta Iraqî ye. Jiber ku hemû kontrol di destê Iraqiyan de ye. Em poşman in. Me her tiştên xwe wendakir. Tiştên ji me re hatî gotin û tiştên em jiyan gelek dûrî hevûdu bûn. Em dixwazin Fransa me û zarokên me werbigre”.

Rayedarên HSD ji K24 re anîn ziman, ku DAIŞ dest bi êrîşên zêdetir ên xwekujiyê kiriye, lê ev bandorê li Operasyonên wan nake.

 

 

C.B