Hunermendên Kurd: Stranên me dê ji sêwîtiyê xilas bibin

Piştî ku biryara lidarxistina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji raya giştî re hate ragihandin vê yekê di kurdên cîhanê de kelecaneke netewî derxist holê. Bi teybetî jî Muzîkjenên urd amaje dikin ku ew xewna ku bi salan di nava stranan de cîh digirt dê êdî bibe rastiyek.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Piştî ku biryara lidarxistina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji raya giştî re hate ragihandin vê yekê di kurdên cîhanê de kelecaneke netewî derxist holê. Bi teybetî jî Muzîkjenên urd amaje dikin ku ew xewna ku bi salan di nava stranan de cîh digirt dê êdî bibe rastiyek.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi tevlîbûna aliyên siyasî biryara lidarxistina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ragihand. Piştî vê yekê jî Serxwebûna Kurdistanê di rojeva kurdan de di rêza yekem de cihê xwe girt. Muzîkjenên Kurd jî amaje dikin ku Serxwebûna Kurdistanê dê ji bo hunera kurdan jî gaveke erênî be. Muzîkjen Yekbûn di vî warî de dibêje ku gelek pêdiviyên hunera kurdî hene lê ti pêdivî ji Serxwebûna Kurdistanê ne girîngtir e.

Muzîkjen Yekbûn ji K24ê re wiha axivî:“Serxwebûna Kurdistanê xewna kurdan e xewnek min e. Ez bang dikim ku hemû îdeolojî û alî nêrînên xwe deynin aliiyekî û ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bêjin belê”

Hunermendên kurd di wê baweriyê de ne ku Serxwebûna Kurdistanê dê hunera kurdan a dewlemend û ji hev belavbuyî jî ji gelek pirsgirêkan rizgar bike. Muzîkjen Sebahaddîn Xoce jî di vê mijarê de anî ziman ku berpirsiyariya her rewşenbîr û hunermendeke kurd e ku piştgiriya vê pêvajoyê bike.

Mûzîkjen Sebahaddîn Xoce dibêje: “Ez wek hunermendek dibêjim ku tişteke girîng e ku hunermend li ser axa xwe ya azad hunera xwe biafirîne. Ji ber vê yekê ez di wê baweriyê de me dê Kurdistaneke serbixwe de hunereke baş û hêja were afirandin dê karên baş werin kirin.”

Jİ bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dîroka 25’ê Îlonê hate destnîşankirin. Hunermend amaje dikin ku dê di salên pêşiya me de wekî rojeke pîrozkirinê dê 25’ê Îlonê jî di stranan de cihê xwe bigire.