Kenîseya Efrînê bangewaziya parastinê ji civaka navdewletî dike

Kenîseya Al-Rai Al-Salih (Şivanê Çêkar) li Efrînê bengek bilez kir û daxwaz li civaka navdewletî kir ku bawermendên li Efrînê biparêze û êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê rawestîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kenîseya Al-Rai Al-Salih (Şivanê Çêkar) li Efrînê bengek bilez kir û daxwaz li civaka navdewletî kir ku bawermendên li Efrînê biparêze û êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê rawestîne.

Serokê Kenîseya Al-Rai Al-Salih (Şivanê Çêkar) li Efrînê Valintin Henan îro daxuyaniyek belav kir û çapek jê gihişt destê K24ê, tê de kenîseyê bangeke bilez li aliyên navdewletî kir, bawermendên wan yên li Efrînê biparêze û êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê rawestîne.

Herwiha kenîseyê hişyarî li ser rewşa malbatên xwe da û ragihand, di vê dema niha em ji aliyê grûpên Îslamî ve tên topbarankirin. Herwiha ew gefa derbasbûna ji bo Efrînê jî dixwin.

Li gor daxuyaniyê, hejmara bawermedên wê kenîseya Şivanê Çêkar 190 malbat, li kenîseya navçeya Raco 45 malbat û li kenîseya navçeyan Mabeta 15 malbat in.