“Bazirganekî Esed ji birçîbûnê rizgar kir.. Bi belge, rêjîma Sûriyê û DAIŞê hevkarî dikirin”

Di dema Serokê Sûriyê Beşar Esed tiliyê xwe di rûyê welatên rojava de hildida ku çavên xwe ji bazirganiya qaçax ya DAIŞê dadimirandin, endamekî parlemantoya Sûriyê yê ji Esed ve nêzîk bi awayekî nehênî bazirganî bi DAIŞê re dikir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di dema Serokê Sûriyê Beşar Esed tiliyê xwe di rûyê welatên rojava de hildida ku çavên xwe ji bazirganiya qaçax ya DAIŞê dadimirandin, endamekî parlemantoya Sûriyê yê ji Esed ve nêzîk bi awayekî nehênî bazirganî bi DAIŞê re dikir.

Li gor raporteke “HUFFPOST” ku li ser zarê hin cotkar û berpirsên Reqayê ji ajansa “Reuteres” re ragihandine wergirtiye, ku parlemanterê di parlemantoya Sûriyê de Husam Qatircî genim ji deverên DAIŞê dikirî û vediguhast deverên di bin destê rêjîma Sûriyê de û rêjeya ji sedî 20 ji her barekî genim wek bac dida DAIŞê.

Li gor raport amaje bi wê dike, ku ev hevkariya di navbera kesayetiyekê ji rêjîma Sûriyê ya ku Îran piştevaniya wê dike û DAIŞa Sunî de, cihê balkêşiyeke nû ye ji şerê Sûriyê yê ji 6 salan ve ye, ku sedemek bû nakokî di navbera her rêbazan de kûrtir bibe.

Berpirsê nivîsgeha kompanya Qatircî ji Reutersê re tekez kir, ku wê kompanyayê genim ji bakurê rojavayê Sûriyê dikirî û di deverên di bin destê DAIŞê re derbasî Şama paytext dikirin, lê wî berpirsî red kir ku ti pêwendiyên wan bi DAIŞê re hebin.

Ji aliyê xwe ve, cotkar û berpirsên xwecihî yên ji Encûmena Sivîl a Reqayê û Tebqayê (Bi alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatiye damezirandin) tekez kirin, ku bazirganên biçûk genim ji cotkaran dikirîn û ji bazirganên mezin re birê dikirin, herwiha wan jî ji kompanya Qatircî û rêjîmê re dişandin.

Cotkarê bi navê Elî Şinan got: “Min genimê xwe difirot bazirganên Qatircî. Ew bazirgan naskirî bûn û rêbendên DAIŞê piştî ji sedî 20 wek bac dibirin, rê didan bar û otombîlên Qatircî derbas bibin.”

Hin cotkaran jî tekez kirin ku wan gelek belgeyên DAIŞê dîtin ku muhrên wê lê bûn, ku taybet bûn bi derbasbûna barhilgirên komyanya Qatircî di rêbendên DAIŞê re.

Qatircî parlemanterekî ji bajarê Helebê ye, wêneyeke xwe bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re û gelek wêneyên Beşar Esed jî li ser rûpela wî xwe tûra civakî “Facebook” belav kirine.