Mesrûr Barzanî: Bexdayê hîn dest ji rêkarên serbazî bernedaye

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Bexda xwe ji danûstandinan dide alî û amaje bi wê jî kir, heta niha jî Bexdayê dest ji rêkarên serbazî bo çareserkirina arîşeyan bernedaye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê Cyrill Nunn kir.

Di civînê de balyozê Almanya Cyrill Nunn behsa alozî û kirîza navbera Hewlêr û Bexdayê kir û ragihand, Almanya dixwaze her çi zûtir danûstandinên Hewlêr û Bexdayê dest pê bikin, ji bo wê jî em hewl didin alîkariya her du aliyan bikin da ku ji vê qonaxê derbas bibin.

Cyrill Nunn her wiha got, Almanya piştevaniya Kurdistaneka bihêz û pêşketî dike ku di çarçoveya Iraqê de mafên xwe bi dest bîne.

Mesrûr Barzanî jî da xuyakirin ku nabe Iraq xeletiyên xwe yên berê dubare bike, eger wisa bike rewş dê zêdetir aloz bibe.

Şêwirmendê Encumena Asayişê her wiha anî ziman, wisa xuya dike ku Bexdayê hîn dest ji rêkarên serbazî bo çareserkirina arîşeyan bernedaye, ev jî dibe sebeba zêdebûn û kûrbûna arîşeyan her wiha geşbûna terorê.