Lêkolînerên Kurd: li Bakur Kurdî ji bêxwedîtî têk diçe!

Çalakî û xebatên ji bo pîrozbahiya zimanê Kurdî li Wanê berdewa dikin. Wêjekar û nivîskarên lêkolîner yên Kurdî, li ser çand û ziman û ziman û derûniyê panelekî lidarxistin. Di panele de bal hat kişandin ku li Bakûrê Kurdistanê kêmasiyên xwedîlêreketina Kurdî zêdene û nivşên nû bi zimanên xwe nayên fêrkirin.
kurdistan24.net

 

K24 - Wan

Çalakî û xebatên ji bo pîrozbahiya zimanê Kurdî li Wanê berdewam dikin. Wêjekar û nivîskarên lêkolîner yên Kurdî, li ser çand û ziman û ziman û derûniyê panelekî lidarxistin. Di panelê de bal hat kişandin ku li Bakûrê Kurdistanê kêmasiyên xwedîlêreketina Kurdî zêde ne û nivşên nû bi zimanên xwe nayên fêrkirin.

Li Wanê lêkolînerên Kurdî, li ser zimanê Kurdî panelekî lidarxistin û bal kişandin ku beşdariya xebat û çalakiyên Kurdî qels dimînin û ev nişaneye ku Kurdî di bin xeteriyê de ye. Wêjekar, lêkolîner û weşangerê Kurd Qahir Bateyî da zanîn ku bi nezanî û lê zêdetir bi zanabûn, malbatên nû yên Kurd bi Kurdî na axifin û êdî Kurdî li Bakûr dibe zimanê dapîran, ji ber ku zêdetirên dayîk û bavan Kurdî fêrî zarokan nakin.

Nivîskarê lêkolîner Îkram Îşler jî, bal kişand ku çand û zimanên serdest, tenê astengiyan li pêşiya zimanê Kurdî danaynin, li gel jî çand û zimanê Kurdî biçûk dixînin û dixwazin zimanê Kurdî paşverû û jiderveyî hêjayiyê nişan bidin da ku heskirina ziman û çanda xwe bicîh bikin. İşler diyar jî kir ku çand û zimanê Kurdî şirîkê destpêka hilberînên çandî ye û berpirsyariya herkesiye bi civakê jî bide zanîn.

Nivîskar û Lêkolînerê Kurd Îkram Îşler ji K24ê re got: "Divê hem ciwan û hem jî mezinên Kurd pir bi hêstiyarî nêzikî zimanê xwe bibin û berdewam bikin. Ziman tiştekî zindî ye dema ku mirov ji xwe xeyîdand ji mirov dûr dikeve û diçilmise û her diçe biçûk dibe. Yanî ku mirov bikarbîne mezin dibe ziman."

Beşdariya gişt çalakiyên pîrozbahiya zimanê Kurdî û vê panelê jî zêde nebû. Di panelê de balhat kişandin ku zimanekî wek Kurdî qedîm û bi vî rengî baldarî ji civaka xwe dîtin ciyê metirsiyê ye.

Cahîde Olmez ku di vî temenê xwe yê mezin de, ji bo beşdariya panelê hatiye jî diyar kir ku wê temenê xwe bi Kurdî û têkoşîna ku Kurdî bibe zimanê fermî derbas kiriye û hêj jî heman daxwazê dûbare dike.

Cahîde Olmez got: "Ez roja dayîkên hemû cîhanê jî pîroz dikim. Em dixwazin bi zimanê biaxifin. Zimanê me divê zimanê fermî be, ji ber ku zimanê dayîkê ye. Em nikarin zimanê xwe winda bikin, xweda me bi vî zimanî afirandiye, emê jî bikarbînin."

Di panêlê de, rexne li siyasetmedarên ku pêşengiya Kurdan dikin jî hat kirin ku girîngiya pêwist nadin zimanê Kurdî û bal hat kişandin ku heger maşbat û civak jî xemsariya xwe bidomînin, nivşên nû dê her biçe ji Kurdî dûr bikevin. Dîsa bal hat kişandin ku ciyekî bê Kurdî dewlet be jî Kurdistan nîn e.