Trump erêkirina xwe liser ducarkirina bacê gumrikê liser Tirkiye ragihand
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerikayê Donald Trump bi rêya account a xwe ya Twitterê ragihand ku, bac a gumrikê liser aluminyûm û pola ji Tirkiye du caran zêde dike.
Trump di twitt a xwe de nivîsî:
“De dema ku, Lireyê Tirkî, yê ku beramberî Dolar a me ya bihêz zû dikeve, min erêkirina xwe ji ducarkirina bac a liser Tirkiye – ya aluminyûm û pola diyarkir. Di aluminyûmê de bac dê ji sedî 20 û di pola de ji sedî 50 be.
Pêwendiyên me ligel Tirkiye di vê demê de ne baş in”.
C.B