Tirkiye: YPG ji Til-Rifetê êrîşî hêzên me li Efrînê kir

Wezareta Berevaniya Tirkiyê da xuyakirin, şervanên YPG ji Til-Rifetê êriş li hêzên wan yên li Efrînê kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirk da xuyakirin, YPG ji Tel-Rifetê top avêtine Efrînê û ji aliyê wan ve jî bersiv hatiye dayîn.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê da xuyakirin, şervanên YPG ji Til-Rifetê êriş li hêzên wan yên li Efrînê kirin.

Hat destnîşankirin, hêzên wan jî bersiva êrişê dan e.

Tel-Rifet herêmeke nêzîkî Efrînê ye û di bin kontrola hêzên Rûsî û hikûmeta Sûriyê de ye, ku piştî Efrînê YPG hin hêzên xwe vekişandibûn wê derê.

Tirkiye ligel hêzên girêdayî xwe berî salekê Efrîn dagîr kiriye. Li deverê milişyatên ser bi Tirkiye ve talan û diziyan dikin, hevwelatiyan direvînin. Herweha Hêzên Tirkiye diyar dikin, ku şervanên YPG carînan êrîşî hêzên wan dikin.

 

 

C.B