Îran piştevaniya xwe ji Tirkiyê re ragihand

Cewad Zerîf: Divê Amerîka rahênana derûnî bike, heya xwe ji vêna sepandina dorpêçê li ser welatan rizgar bike, heger na, wê hemû cîhan li dijî wê raweste.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê derve yê Îranê Cewad Zerîf, êrîşî sizayên Amerîka yên li dijî Tirkiyê kir û got: Amerîka fêr bûye dorpêçê li ser welatan bisepîne.

Cewad Zerîf li ser Twitter a xwe nivîsiye: "Çêjwergirtin ji sepandina sizayan bi ser Tirkiya, ya ku hewpeymana NATO ye, karekî cihê şermezariyê ye.

Zerîf dibêje: Divê Amerîka rahênana derûnî bike, heya xwe ji vêna sepandina dorpêçê li ser welatan rizgar bike, heger na, wê hemû cîhan li dijî wê raweste.

Navhatî diyar kir, ku welatê wî weke her dem piştevaniya cîranên xwe dike.

Bi sedema têkçûna pêwendiyan di navbera Amerîka û Tirkiyê de,  Washingtonê baceke bêtir li ser Kirom û Bafona ji Tirkiyê tê hawirdekirin, sepand.

Her bi sedema nakokiyên di navbera herdu welatan de, duh Lîreya Tirkiyê 16% ji nirxê xwe beramberî Dolar jidest da.

N.O