Rusya: YPG Tel Rifat radestî rejîma Suriye kir!
K24 – Navenda Nûçeyan
Serfermandariya leşkerî ya Rusya ragihand ku, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bajarokê Tel Rifat ê ku dikeve rojavayê Helebê radestî rejîma Suriye kiriye.
Berpirsê di Serfermandariyê de general Sergey Rudskov diyarkir ku, karîn e baweriyê bi YPG bînin ku ji devera Tel Rifat vekişin.
YPG di Sibat a 2016an de piştî şerek giran kontrola Tel Rifat girtubû dest.