Amerîka rê nade El-Bûkemal bibe deriyek ji Îranê re

"Amerîka bi sedema hejmûn û bandora xwe li ser Iraqê, rê nade Îran deryê sînorî yê "El-Bûkemal" di navbera Sûryê û Iraqê de veke û ji xwe bikar bîne."

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya "El-Exbar" a nêzîkî Hizbullaha Lubnanî, ku ew jî hevpeymanê Îranê ye, di hejmara xwe ya îro de 20/11/2017an nivîsiye: "Amerîka bi sedema hejmûn û bandora xwe li ser Iraqê, rê nade Îran deryê sînorî yê "El-Bûkemal" di navbera Sûryê û Iraqê de veke û ji xwe bikar bîne."

Piştî ku duh Yekşemê 19 Mijdara 2017an, artêşa Sûryê û Supaya Pasdaran û milîsên Hizbulla û Heşda Şeibî yên ser bi Îran ve, bi serperiştiya fermandeyê feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Silêmanî, bajarê El-Bûkemal kontrol kirin, îro rojnameya navhatî belav kir "Pêştir nerasterê li ser zimanê berpirsên hevpeymana navdewletî ku dawîn kes fermandeyê oprasyonan ceneral Jemis Jirard bû, hat ragihandin ku Amerîka rê nade derî bibe korîdorek ji Îranê re, ji ber ku li aliyê Iraqê li beramberî bajarê El-Bûkemal hêzên Amerîkî hene.

Lê tê gotin ku Îran jî li ser vê yekê bê deng namîne, ji ber vê meremê jî Qasim Silêmanî şandiye navçeyê û ji nêzîkve serperiştiya oprasyona kontirolkirina El-Bûkemal û derdora wî bajarî kir, lewra çavdêr dibêjin ku Îran bi asanî dev ji wî deriyê giring bernade.