Însiyatîfa Referanduma Başûrê Kurdistanê komek xebatan pêk tîne

Şeş partiyên siyasî yên Bakurê bi navê Însiyatifa Referanduma Başurê Kurdistanê ev demeke kar û xebatan rêkdixe. Însiyatîfê li paytextê Tîrkiyeyê Enqereyê jî komek xebatan bîrêvebîr. Şande, gel Balyozxaneya Amerîka, Nuneratiya Yekitiya Ewropayê ya Tirkiyê û HDPê civiya.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Şeş partiyên siyasî yên Bakurê bi navê Însiyatifa Referanduma Başurê Kurdistanê ev demeke kar û xebatan rêkdixe. Însiyatîfê li paytextê Tîrkiyeyê Enqereyê jî komek xebatan bîrêvebîr. Şande, gel Balyozxaneya Amerîka, Nuneratiya Yekitiya Ewropayê ya Tirkiyê û HDPê civiya.

Însiyatîfa Referanduma Başurê Kurdistanê ku ji 6 partî û çend kesayetiyên Kurdên Bakurê pêk tê, ji 15ê Tîrmehê ve li bajarên Tirkiyê yên cuda komek xebatan pêktîne. Şandeyê ,li Enqerê sere sibehê bi seredana bo Balyozxaneya Amerîka dest bi bernameya xwe kir. Piştî ev serdanê şande derbasî navenda PSKê ya giştî bû û li wir daxuyaniyek da.

serokê PAKê Mustafa Ozçelîk ji rojnamevanan re ragihand, "Em diçin kîderê em dibêjin bila piştgiriya referandumê geştir bibe. Em wê daxwazê li wan dikin ku deazgehên sîvîl û partî û şexsîyet piştgiriya referandumê bikin."

Piştî nivro şandeyê serdana Nuneratiya Yekitiya Ewropayê ya Tirkiyê kir û bi rayedarên dezgehê civinek pêk anî. Herî dawî şande derbasî navenda giştî ya HDPê bu û piştî civinê Şandeya İnsiyatifa Referandumê û HDPê daxuyaniyek hevpar belavkirin.

Serokê PSKê Mesut Tek jî ragihand, "Hevalên me dubarekirin ku ew li ser helwesta xwe ne, em jî li ser helwesta xwe ne. Em bê qeyd û şert ppiştgiriya referanduma Başurê Kurdistanê dikin û herwisa piştgiriya iradeya gele Kurd ya piştî referandumê dikin."

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê HDPê Osman Baydemîr anî ziman, "Çareseriya pirsa Kurd, her parçeyekî Kurrdistan herwiha ku em bejin referandum û serkeftina referandumê, ne li dijî ti gelan e, ne li dijî Fars, Ereb, yan Tirk an e. Çareserî dostaniya hemu gelan e."

İnsiyatifa Referanduma Başurê Kurdistanê diyarkir ku ew dê heta 17ê meha Îlonê di çalakiyên xwe de berdewam bin û herwiha jî dê 25ê îlonê jî li Hewlêre amade bin.