Mesrûr Barzanî: Em ti carî ji mafê serxwebûnê danakevin

Mesrûr Barzanî: Bi me xweş e hemû tişt bi aştîxwazî bicî bibin. Bi me xweş e em bi aştî li gel miletên navçeyê bijîn, em gihiştine qunaxekê, ku nabe ti kes bi çavekî kêm li gelê Kurd û Kurdistan binere.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di ahenga bangeşeya lîsta 183yan de, a Partiya Demokrat a Kurdistanê li bajarokê Akrê, endamê polîtbîroya PDK (Mesrûr Barzanî) gotarek pêşkêş kir û ragihand, ku PDK ti carî ji mafê serxwebûna Kurdistanê danakeve.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got: Rêjîmên berê yên Iraqê bizav dikirin, ku şûnwarên Kurdewarî û niştimanperweriyê li Kurdistan û bi taybet li vê navçeyê nehêlin, lê xweragirî û qurbanîdana we, tekez kir ku çawa Akrê bi nav û deng e, wiha jî ev dever piştevana rêbaza PDK û serfirazî û serxwebûnê ye.

Got jî: Ev hilbijartin ji me re giring in,  ji ber ku ji encamên hilbijartinan, wê hevalên we derbasî Perleman bibin. Ew biryarên ji Perleman derdikevin, bandora wan li ser çarenivîsa Kurdistan û jiyanî we heye. Ev hilbijartin ên we ne û berbijar jî yên we ne. Dema derbasî Perleman bibin, wê biryarê bidin û ew biryar wê rasterê bandorê li ser jiyana we bike. Hizra wê yekê bikin, eger berbijarên we neçin nav Perleman, wê xelkek din biçe. Dibe ku ew hin biryaran bidin, ku ne di berjewendiya we de bin. Lewra pêwîst e hûn beşdariyê di hilbijartinan de bikin û wan berbijaran hilbijêrin ku baweriya we bi wan tê, daku ew derbasî Perleman bibin û wan biryaran pesend bikin ku di berjewendiya Kurdistanê de bin.

Herwiha Mesrûr Barzanî got: Em ti carî dev ji mafên û pirojeyê miletê xwe bernadin. Pêwîstiya qunaxa cuda bi xebatê ji bo wê qunaxê heye. Em wê xebatê berdewam dikin. Em rojekê ji rojan dev ji mafê serxwebûn û çarenivîsa vî miletî bernadin. Bi me xweş e hemû tişt bi aştîxwazî bicî bibin. Bi me xweş e em bi aştî li gel miletên navçeyê bijîn, lê em gihiştine qunaxekê, ku nabe ti kes bi çavekî kêm li gelê Kurd û Kurdistan binere. Lewra pêwîst e bi dengekî bilind em bêjin: Em serbilind in ku em xelkê Kurdistanê ne û li ser vê rêbazê ne û em serbilind in ku em Partî ne.

N.O