Amerîka daxwaza yekrêziya navmala Kurd dike

Amerîka nîgeraniya xwe derbarê nebûna yekrêziyê di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kudistanê de nîşan da û ragihand, nebûna yekrêziyê di navbera aliyên Kurdî de, astengiyê dixe pêş guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, welatê wî tekeziyê li ser girîngiya hebûna Herêma Kurdistanê di çarçova Iraqê de. Got jî, di rojên bê de hejmarek hevdîtiyên ligel berpirsên Iraqê dikin, ji bo çareserkirina nakokiyan û Bexda û Hewlêr.

Silliman diyar kir, welatê wî hemû hewlên xwe dike ji bo fişarê bixe ser Iraqê, ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bide, pirsa deriyên dînorî çareser bike û hevahengiya ewlehiyê bi Herêma Kurdistanê re bike.

Balozê Amerîka li Iraqê tekez kir, welatê wî ji deriziya di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê nîgeran e, ji ber ew guftûgoyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê asteng dike. Got jî: “Gûmana me nîn e ku niyazek li cem her du hikûmetên Hewlêr û Bexdayê heye, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê û çend gavên kirdarî hatine avêtin.”