Çavdêr: Tirkiye bi piştgiriya Kurdistanê dikare berjewendiyên xwe biparêze

Çavdêrên siyasî û Karsazên Bakur dibêjin; şerê Kerkukê şerê ernerjiyê ye.

 

K24 – Diyarbekir

Rûdanên li ser dagirkirina Kerkukê, ji aliyê artêşa Iraqê û hêza paramîlîtera Heşda Şeibî ya ku Îran piştgiriya wê dike, li Bakurê Kurdistanê jî ji nêz ve tê şopandin. Çavdêrên siyasî û Karsazên Bakur dibêjin; şerê Kerkukê şerê ernerjiyê ye. Li gorî çavdêrên siyasî, Tirkiyeyê bi helwesta xwe hem ji pêwendiyên baş ên ligel Kurdistanê bû, hem jî hêza xwe ya li ser parvekirina enerjiya navçeyê wenda kir.

Ji salên 1990’î ve pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê baş bûn. Her du aliyan bi hev re salane bi buhayê milyar dolaran bazirganiya enerjî û xurekê dikir. Çavdêrên siyasî û karsazên li Bakur dibêjin; hêzên navdewletî ji pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê aciz bûbûn lê Tirkiyeyê ev yek nedît û ji aliyê Îranê ve hat xapandin.

Çavdêrê siyasî û karsaz Şahîsmaîl Bedîrhanoglu got; helwesta Tirkiyeyê ya li hember Kurdistanê, hefteyek beriya referandûmê guherî, hingê me got ev yek dê zirarê bide pêwendiyên siyasî û aboriyê yên Tirkiye û Kurdistanê.

Şahîsmaîl Bedîrhanoglu ji K24ê re wiha axivî: “Dema ku em li rûdanên dawiyê dinihêrin, em dibînin ku Tirkiyeyê wenda kir. Tirkiye pozîsyona xwe ya li Kurdistanê, ji aliyê siyasî û enerjiyê ve wenda kir. Tirkiyeyê li navçeyê pozîsyona xwe ya li ser mêzeya enerjiye jî wenda kir.”

Çavdêrên siyasî amaje dikin ku ji beriya referandûmê Tirkiye li ser Kerkukê li ber çavên raya giştî gelek tişt digot lê ji ber ku Kerkuk ket bin kontrola Îranê, Tirkiyeyê fêm kir ku xeletiyeke dîrokî kir. Karsaz û çavdêrê siyasî Hakan Akbal jî got; şer şerê enerjiye ye, Tirkiye dikaribû bi palpiştiya Kurdistanê li Rojhilata Navîn bihêztir be.

Hakan Akbal dibêje: “Li navçeyê aktorên siyasî tên guhertin, rewş tê guhertin. Em nizanin dê di dawiyê vê guherînê ji bo Tirkiyeyê çawa be; lê em dizanin ji bo Tirkiyeyê rewşa beriya dagirkirina Kerkukê, ji rewşa niha ya Kerkukê baştir bû.”

Hem çavdêrên siyasî yên bakûrî hem jî nivîskarên Tirk dibêjin; hevkariya Tirkiye û Kurdistanê dikare hevsengan li Rojhilata Navîn biguherîne.  Divê Tirkiye ji bo parastina berjewendiyên xwe nehêle Kurdistan qels bibe, lewra qelsbûna Kurdistanê, qelsbûna Tirkiyeyê ye jî.