Mîsal Alûsî: Kiryarên Ebadî li dijî Herêma Kurdistanê wek yên Sedam in

Alûsî: Ji bo çarekirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pêwîstî bi îradeyeke rast heye dûrî destwerdan û navberiya derve.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Partya Ume ya Iraqî Mîsal Alûsî ku di heman demê de endamê komîta pêwendiyên derve ye di Perlemana Iraqê de, ji medya Iraqî re ragihand, ku ew kiryar û tedbîrên piştî referanduma serxwebûnê, ji aliyê  Hikûmeta Iraqê ve li dijî Herêma Kurdistanê hatin stendin, kiryarên dîktatorî ne û hevawayê kiryarên Hikûmeta Sedam Hisên in.

Alûsî diyar kir, ji bo çarekirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pêwîstî bi îradeyeke rast heye dûrî destwerdan û navberiya derve. Tekez jî kir ku Hikûmeta Iraqê sozên xwe bicî nekiriye û fişaran li Hikûmet û xelkê Kurdistanê dike ji bo destkeftên siyasî û hilbijartinan, ev jî berûvajî destûrê ye.

Herweha dibêje di demekê de bi dehan destpêşxeriyên niştimanî hatine behskirin, şermeke mezin e kesekî wek Erdogan navberiyê bike.