Hamas: Sekna Erdogan ji me re pîroz e
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê berê yê Buroya Siyasî ya rêxistina filistînî Hamas Xalid Meşal, li Stenbolê di beşdariya fitarê ya Şaredariya Sultangazî de pesnê siyaseta Tirkiye û bi taybetî ya Serokomar Erdogan da.
Meşal got: “Guh nedin wan kesên ku dibêjin, Tirkiye ji Filistinê re çi kiriye? Wan çavreşî avêtin e pêwendiyên me ligel Tirkiye. Di babeta Qudsê de sekna we pîroz e, şehîdên Mavî Marmara liber çavên me ne. Sekna pîroz a Erdogan liber çavê me ye”.
Pêwendiyên nêzîk ên Hamas ligel Tirkiye ji alî Israîl, Amerika û welatên Rojava ve jî tên rexnekirin.
C.B