"Movikek pirojeyasaya budceya Iraqê metirsîdar e"

Bi sedema têbîniyên wan li ser pirojeyasaya budceya 2018an, firakisyonên Kurdistanî beşdarî civîna îro ya Perlemana Iraqê nebûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi sedema têbîniyên wan li ser pirojeyasaya budceya 2018an, firakisyonên Kurdistanî beşdarî civîna îro ya Perlemana Iraqê nebûn.

Serokê firakisyona YNK di Perlemana Iraqê de Arêz Ebdella, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Di pirojeyasayê de movikek hatiye ku desthilatê dide hikûmetê bê veger li Perlemanê dikare pereyan xerc bike, ew movik metirsîdar e".

Arêz Ebdella got: "Firakisyonên Kurdistanî li ser hejmarek xal ji pirojeyasaya budceyê nerazî nerazî ne, ku li gorî destûrê behsa Herêma Kurdistanê nehatiye kirin û hêzên Pêşmerge ji mafên xwe hatiye bêbeşkirin û rêjeya ji bo Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin rêjeyeke kêm e û pereyê ji bo hêzên çekdarên Iraq û kirîna çekan hatiye diyarkirin bêyî ku pişka Pêşmerge têde hebe, gujmeke zêde ye".

Derbarê civîna firakisyonên Kurdistanî li gel serokê Iraqê, Arêz Ebdella got: "Emê wek firakisyonên Kurdistanî li gel serkomar bicivin û kêmaniyên pirojeyasaya budceyê jê re zelal bikin".