DAIŞê li Gulale êrîşî ser hêzên Iraqî kir

Peyamnêrê K24ê li Germiyan da zanîn, şeva bûrî çekdarên DAIŞê li navçeya Gulale li başûrê Kerkûkê êrîşî ser hêzên Iraqî kirin û li gor zanyariyan kuştî û birîndar hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Germiyan da zanîn, şeva bûrî çekdarên DAIŞê li navçeya Gulale li başûrê Kerkûkê êrîşî ser hêzên Iraqî kirin û li gor zanyariyan kuştî û birîndar hene.

Jêderekî leşkerî li navçeya Gulaleyê ji peymnêrê K24ê re got, şeva bûrî çekdarên DAIŞê li Gulale û gundê Huseyniye êrîşeke berfereh li ser artêş û polîsa Iraqê kirin û demjimêrekê şer û pevçûnên giran derketin.

Wî jêderê leşkerî got jî: “Di wî şerî de çekdarên topên Hawin û Doşka li dijî hêzên Iraqî bikar anîn.”

Da zanîn jî, êrîşa DAIŞ tirs li cem welatiyên navçê dirust kir û şeva bûrî beşek ji xelkê xwe amade kiribûn ku ji malên xwe derkevin û ber bi navçeyên di bin kontrola Pêşmerge de ne biçin.

Ta niha artêş û polîsa Iraqê bi fermî zanyarî derbarê wê êrîşa DAIŞê li Gulaleyê aşkere nekirine.

Ev bûyer di demekê de ye, hefteya bûrî artêşa Iraqê êrîşeke esmanî li ser DAIŞê li nava xaka Sûriyê encam dabû.

Piştî 16ê Cotmeha 2017an û ji ber vekişîna Pêşmerge ji wan navçeyan, valahiyeke ewlehiyê dirust bû, ji wê demê ve jî paşmayên DAIŞê çend car in li nezîkî Gulale, Kerkûk û hin navçeyên din êrîşî ser Heşda Şeibî, artêş û polîsa Iraqê.

 

S. B