Mangirtina Kurdistaniyan ji bo Efrînê berdewam e

Di sêyemîn roja xwe de, girevgirtina xwarinê ya hejmarek ji çalakvanên Rojavayê Kurdistanê, li pêşya kunsulxaneya Tirkî li bajarê Koln ê Almanya berdewam e.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di sêyemîn roja xwe de, girevgirtina xwarinê ya hejmarek ji çalakvanên Rojavayê Kurdistanê, li pêşya kunsulxaneya Tirkî li bajarê Koln ê Almanya berdewam e.

Çalakvanên beşdarî kirine, ji seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê ne û di bin konekî Kurdistanî de, ku tenê ala Kurdistanê li ser bilind kirine, ji bo piştevaniya xelkê Efrînê kom bûne.   

Herwiha çalakvanan daxuyaniyek ji şeş xalan belav kirine û têde xwestine, ku tevahiya girûpên çekdar ji devera Efrînê bên derxistin û rêveberiya wê di destê xelkê wê de be û hêzek ji bo parastina ewlehiyê ji xortên Efrînê were amade kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye jî: Divê hemû meşextên Efrînê bi aramî vegerin malên xwe û kesên ku ji bajarên Sûryê li Efrînê hatine akincîkirin, ji bajar bên derxistin.

Çalakvanan xwestin vê daxuyaniya xwe bigînin kunsulê Tirkiyê, lê heya niha kunsulxaneya Tirkî wergirtina daxuyaniyê red dike.

N.O